Li Bêgiriyê hirç êrîsê ser kewarên mêsa dikin

04 December 2024 20:34 0 dîtin
Li Bêgiriyê hirç êrîsê ser kewarên mêsa dikin

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê li navça Bêgiriyê (Muradiye) li gundê Yakıncakê hirçên birçî man, êrîşê ser kewarên mêşên hingiv û heywanên koxan kirin û gelek zerarê dan xwediyên mêşan û heywanan.

Xelkê gund û mêşvan ragihandine ku 3 sale bi hirçan re têdikoşin û êrîşa hirçan ya ser kewarên mêşan û ajalên wekî mirîşk, qaz û werdekan îsal gelek zêde bûye.

Ji ber hewa sare nobedariya kewar û ajalan zahmete lê ger nobeta wan negrin, wê hirç êrîş bikin. Nêçîra hirçan jî qedexeye û heya dewlet îznê nede, kes nikare hirçan bikuje.