Hirçên birçî man êrîsê kewarên mêsê hingiv kirin

11 May 2024 16:34 0 dîtin
Hirçên birçî man êrîsê kewarên mêsê hingiv kirin

PeyamaKurd – Li bajarê Batmanê li navça Sasonê li gundê Kêlhesna hirçên ku birçî man, li bilindahiya çiya ciyê ku kewarên mêşê hingiv lê bûn, êrîşê kewaran kirin û kewara ji hev perçe kirin. Hirç ajalekiyê ku hingiv gelek hez dike.

Hirç, ji xewa zivistanê şiyar bûn, kewarên hingiv ji hev perçe kirin û hingivê di wan de xwarin. Xwediyê kewarên hingiv ragihandiye ku 250 kewarên wî yên hingiv hebûne û hirçan li dora 30 kewarên wî perçe kirine û 300 kîlo hingivê wî xwarine an telef kirine.