Di sewata arazî de bi sedan kewarên mêsên hingiv sewitîn

22 June 2024 20:57 0 dîtin
Di sewata arazî de bi sedan kewarên mêsên hingiv sewitîn

PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Rihayê li navça Sêweregê bi sedan kewarên mêşên hingiv di şewata arazî de şewitîn. Şewat li gundê Işıldarê ku ji navçê 5 km dûre çêbû.

Sedema şewatê nehat zanîn lê di demekî kurt de agir belav bû. Gundî xebitîn da agir vemirînin û hem xeberê dan îtfaiyê.

Agir xistin bin kontrolê lê bi sedan kewarên mêşên hingiv şewitîn. Sarkirina ciyê şewatê dewam dike lê xelk dibêje ku agir ji têlên elektrîkê derketiye.