Bi sedan çadir û bi hezaran betanî ji stembarên sewata kampa Sariya re hatin sandin

05 June 2021 10:29 0 dîtin
Bi sedan çadir û bi hezaran betanî ji stembarên sewata kampa Sariya re hatin sandin

PeyamaKurd – Piştî şewata kampa Şariya ya koçberên Êzîdî tê de bûn, Parêzgarê Hewlêrê bi alîkariya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, bi sedan çadir û bi hezaran betanî ji stembarên şewata kampa Şariya ya Duhokê re şand.

Li kampa Şariya ya koçberên Êzîdî ku li parêzgeha Duhokê ye, do agir bi çadiran ket û bi sedan çadir şewitîn, ji ber wê jî gelek koçber bê mal û sitar man.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, bi alîkariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û kordînasiyona Wezareta Navxwe ya Kurdistanê, 250 çadir, 5 hezar betanî, 3 hezar karton zeyt û 200 karton tiştên zarokan û bi hezaran pakêt û karton tiştên paqijiyê ji stembarên şewatê re şandin.