Hirç êrîsê malbatekî kir û yekî kust

21 September 2019 19:37 0 dîtin
Hirç êrîsê malbatekî kir û yekî kust

PeyamaKurd- Li bajarê Erzeromê li navçeya Uzundereyê hirçekî êrîşê jin û mêrekî kir. Paşî li heman deverê êrîşê zilamekî temen mezin kir û wî kuşt. Bûyer li gundeki Uzundereyê çêbû. Ji gund 600 metre dûr bo darên gûzên xwe biweşînin, diçin nava darên xwe. Hirç êrîşê zilam dike û wî dide nav dest û lingên xwe. Paşî jina wî bi kevir li hirçê dixe û hirç milê wê gez dike û direve.

Hirç paşî êrîşê zilamekî bi navê Mustafa Oneş (83) dike ku li pişt xaniyê xwe rûniştiye. Hirç bi dev û lepên xwe ji stûyê wî û pişta wî dixe, gez dike û wî giran birîndar dike. Cîran tên hawara wî û hirç direve. Cîran telefona ambûlansê dikin û ambûlans tê ciyê bûyerê. Birîndar, dibin nexweş xaneya Erzeromê ya tibê ya bi navê Yaqûtiyê. Lê ji mirinê rizgar nabe. Jin a kesê mirî Gulsun Oneş cilê zilamê xwe nîşan dide û bûyerê bo der û dora xwe dibêje.

Gundî piştî bûyerê newêrin herin nav bax û darên xwe. Ji rêvebiran çaraseriya mijarê dixwazin.