Du ton hingivê Kurdistanê bo Qeterê hate sandin

29 November 2023 19:53 0 dîtin
Du ton hingivê Kurdistanê bo Qeterê hate sandin

PeyamaKurd – Di çarçoveya biryar û karnameya Kabîneya Nehem a Kurdistanê û bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro 29ê Mijdarê hinardeya hingivî Kurdistanê dest pê kir.

Yekem hinardeya hingivê Kurdistanê ku ji 2 tonan pêk dihat bi rêya asmanî gihîşt welatê Qeterê.

Hate ragihandin ku îsal tonek hingiv bo bazarên navxweyî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê hatiye firotin, ku meha bê dê li bazaran peyda bibe û ev jî dê bibe alîkariyeke baş ji bo mêşvanên Kurdistanê.

Bi serperiştiya rasterast a Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi piştevaniya Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê, Ofîsa Serokwezîr û sektora taybet ku 200 mêşvan tê de beşdar in û nêzîkî 100 derfetên kar peyda dike, hatiye damezrandin.

Bazara mêşvaniyê ya taybet têkiliyên nû bi firoşkar û bazarên li Qeter û welatên din ên Kendavê bi giştî re, ava bike. Hingiv jî yê navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê ye.