Wezareta Rewsenbîrî ya Kurdistanê bi merasîmekê ‘Xelata Rûmetê’ dide Sehram Nazirî

15 May 2022 10:29 0 dîtin
Wezareta Rewsenbîrî ya Kurdistanê bi merasîmekê ‘Xelata Rûmetê’ dide Sehram Nazirî

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Herêma Kurdistanê, hunermendê navdar ê Kurd ji Rojhilatê Kurdistanê Şehram Nazirî bi ‘Xelata Rûmetê’ xelat dike.

Rêveberê Ragihandina Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan Namiq Hewramî ji medya Kurdistanê re eşkere kir, hunermend Şehram Nazirî li ser vexwendina wezaretê li Hewlêrê ye û roja 16ê Gulanê di merasîmeke li Salona Pêşewa ya li Hewlêrê de ji ber xebatên wî yên di warê hunerî de, dê xelata rûmetê bo Şehram Nazirî bê dayîn.

Hat diyarkirin ku wê di merasîma xelatdayînê de belgefîlmek li ser jiyan û hunera Nazirî were nîşandan û komeke muzîkê ya Hewlêrê jî çend berhemên hunermend pêşkêş bike û Şehram Nazirî jî di merasîmê de stranan bêje.

Hunermend Şehram Nazirî ku di sala 1949an de li parêzgeha Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye heta niha zêdetirî 40 albûm derxistine û ji bilî muzîka klasîk a Fars û Kurdî mesnewiya Mewlana jî baş dizane.

Nazirî 25ê Sibata 2006an li bajarê San Diego yê Amerîkayê wekî Majorê San Diegoyê hatibû pejirandin û Wezareta Çandê ya Fransayê jî ji bo berhemên wî xelata Fransî ya herî mezin Legion d’Honneur ya şovalyetiyê daye wî.

Herwiha Yekîtiya Asya û Neteweyên Yekbûyî jî Şehram Nazirî wekî "gencîneya çanda zindî" pênase dikin.