Li Almanyayê jineke Kurd a ji Rojavayê Kurdistanê xelata Rûmetê wergirt

04 December 2021 11:56 0 dîtin
Li Almanyayê jineke Kurd a ji Rojavayê Kurdistanê xelata Rûmetê wergirt

PeyamaKurd – Li Almanyayê jineke Kurd a ji Rojavayê Kurdistanê ji bo piştgiriya penaberên jin, xelata Rûmetê ya Almanyayê wergirt.

Jina Kurd Bejîn Hesen a 29 salî, ku ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye, ji bo projeya xwe ya fêrkirina zimanên biyanî li ser Facebookê, di Cotmeha 2020an de xelata Şêwirmenda Almanyayê  wergirt. Ev xelat ji aliyê Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ve hat dayîn.

Jina Kurd Bejîn Hesen, Nîşana Rûmetê ya Komara Federal a Almanyayê ji Serokkomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier wergirt.

Jina Kurd li ser hesabê xwe yê Twitterê di derbarê wergirtina xelatê de daxuyanek belav kir û diyar kir: “Serokkomarê Federal ê Almanyayê liyaqata min a ji bo piştgirîya "Tevlîbûna di Civaka Koçberan de" rûmetdar kir. Ji bo min rûmeteke mezin e ku min xelata rûmetê ya Almanyaya Federal wergirt.”<

>