Kurtefîlmê derhênerê Kurd Serhat Karaaslan ket lîsteya xelata Oscarê
PeyamaKurd – Kurtefîlmê derhênerê Kurd Serhat Karaaslan, "Kesên Tawanbar" (Şuclular) di beşa "Kurtefîlmê herî baş" de, ket lîsteya xelata Oscarê.
Akademiya Oscarê ku lîsteyên kurt ên fîlma eşkere dike, lîsteyên kurtefîlmên îsal eşkere kir ‘u kurtefîlmê Serhat Karaaslan ê bi navê "Kesên Tawanbar" ku li çend festîvalên navnetewî xelat wergirtiye, ket nav lîsteya 15 kurtêfîlmên ku ji bo Oscarê hatin berbijêrkirin.
Derhêner û senarîstê xelatgir Serhat Karaaslan ku xelkê navçeya navçeya Gimgim a Mûşê ye, ji bilî kurtefîlmên xwe yên ku xelat wergirtine û bi fîlmê xwe yê yekemîn "Hatiye Dîtin" (Gorulmuştur” tê naskirin.
Herwiha Karaaslan, yekem fîlmê metrajdirêj ê xwe yê bi navê “Hatiye Dîtin” di meha îlona sala 2019ê de kişand. Fîlm, di girtîgeheke li bajarê Stenbolê derbas dibe û çîroka memûrekî ku nameyên girtîyan kontrol dike, nîşan dide. Derhênerê Kurd, herwiha bi kurtefîlmên xwe yên wekî; “Araf” (2009), “Beş Lira” (2009), “Bisqilêt” (2010), “Xwîn” (2010), “Musa” (2012), “Berfeşir” (2014) tê naskirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin