Di festîvala fîlman a Stenbolê de 5 fîlmên derhênerên Kurd têne nîsandan

10 April 2022 15:49 0 dîtin
Di festîvala fîlman a Stenbolê de 5 fîlmên derhênerên Kurd têne nîsandan

PeyamaKurd – 41. Festîvala Fîlman a Stenbolê ya Navdewletî beşdariya zêdetirî 150 fîlman dest pê kir.

Festîvala Fîlman a Stenbolê şeva borî, bi merasîmeke li Eywana Cemal Reşit Rey a Konseran dest pê kir û heta 20ê Nîsanê bi nîşandana fîlman dewam dike.

Di festîvalê de, ji 43 welatan 22 jê kurtefîlm zêdetirî 150 fîlm cî digirin û herwiha 5 fîlmên derhênerên Kurd jî tê de têne nîşandan.

Di festîvalê de fîlmên Kurdî yên bi navê ‘Ezmûn’ ê Derhênerê Kurd Şevket Emîn Korkî, ‘Beriya Şevê’ yê Alî Kemal Çinar, ‘Çar Dîwar’ ê Bahman Ghobadî,  ‘Sonneya Kurdwin Ayub û Zalava’ yê Arsalan Amîrî jî di festîvalê de derdikevin pêşberî temaşevanan û di pêşbirka festîvalê de cihê xwe digirin.

Piştî dawîbûna nîşandana fîlman dawiya festîvalê wê fîlmên ku hêjayî xelatê hatine dîtin, werin xelatkirin.