Festîvala Fîlman a Venedîkê: Derhênerê Kurd Mûrad Firatoglû xelata jûriyê wergirt
PeyamaKurd - 81emîn Festîvala Fîlman a Venedîkê şava borî merasîma xelatdayînê bi dawî bû. Di festîvalê de derhênerê Kurd ê ji bajarê Siwêregê yê parêzgeha Riha ya bakurê Kurdistanê Mûrad Firatoglû bi fîlmê xwe yê bi navê 'Rojek Ji Rojên Hemme Dimire' şayanî Xelata Taybet a Juriyê hate dîtin.
Derhênerê Siwêregî Murat Firatoglû bi Fîlmê xwe yê bi navê “One of Those Days When Hemme Dies/Rojek Ji Rojên Hemme Dimire” di beşa Orizzontiyê de hêjayî Xelata Taybet a Juriyê hat dîtin.
Di fîlmê ku senaryoya wî jî ji aliyê Murat Firatoglû ve hatiye nivîsandin de Firatoglû hem leyztikvanî û hem jî derhêneriya wî kiriye.
Di fîlmê de Salih Taşçi, Murat Firatoglu, Sefer Firatoglu, Guneş Sayin, Alî Barkin Bîrkan, Firat Bozan û Çetîn Firatoglu jî leyztikvaniyên xwe pêşkêş dikin.
Piştî top avêtinê vegera niştiman
.jpg)
Di fîlmê ku çêroka wî li ser Eyûbe ku li Îzmîrê top avêtiye û vedigere bajarê xwe Siwêrega Rihayê de Eyûb, piştî ku vedigere bajarê xwe, bi alîkariya hevalê xwe, li zeviyê ku li bin tava germ bacanên sor tên hişkirin dest bi xebatê dike.
Nîqaşa wî ya bi çawûşê bi navê Hemmê re ku heqdestê wî nade û nakokiya hest û ramanên wî di fîlmê de tên dîtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin