Fîlmê derhênera Kurd di Festîvala Fîlman a Berlînê de Xelata Fîlmê Pêsî yê Serketî sitend
PeyamaKurd – Derhênera Kurd Kurdwîn Ayûb, bi fîlmê xwe yê bi navê "Sonne" ku yekemîn fîlmê wê yê metrajdirêj e, di 72yemîn Festîvala Fîlman a Berlînê (Berlinale) de, Xelata Fîlmê Pêşî yê Serketî sitend.
Derhêner Kurdwîn Ayûb, Kurdeke ji Başûr e, li Duhokê hatiye dinê û niha li Viyanayê dijî.
Di festîvalê de, 18 fîlm di pêşbaziyê de bûn. Juriyê, di bin serokatiya derhêner û senarîstê Amerîkî M. Night Shyamalan de biryara xwe da û xelat hatin belavkirin.
Xelatên hatin belavkirin wiha ne:
- Fîlmê Herî Serketî (Hirça Zêrîn): Alcarras (Derhêner Carla Simon)
- Xelata Mezin a Juriyê: “The Novelist's Film” (Derhêner Hong Sangsoo)
- Xelata Juriyê: ”Robe of Gams” (Derhêner Natalia Lopez Gallardo)
- Derhênerê Herî Serketî: Claire Denis (Both Sides of the Blade)
- Lîstikvana Herî Serketî Meltem Kaptan ( bi rola di fîlmê Rabiye Kurnaz li Dijî George W. Bush e)
- Lîstikvana Duyemîn a Herî Serketî: Laura Basuki (Bi rola di fîlmê Nana de)
- Senaryoya Herî Serketî: Rabiye Kurnaz li Dijî George W. Bush e
- Performansa Hunerî ya Herî Serketî: Rithy Panh ( "Everything Will Be Ok”)
- Belgefîlmê Herî Serketî: ”Myanmar Diaries” (Derhêner Kolektîfa The Myanmar Fîlm)
- Fîlmê Pêşî Yê Herî Serketî: ”Sonne” (Derhêner Kurdwin Ayub)
- Kurtefîlmê Herî Serketî (Hirça Zêrîn): "Trap" (Derhêner Anastasia Veber)
Festîvala Fîlman a Berlînê (Berlînale) di 10ê mehê de bi merasîmekê destpê kiribû û heta 22yê mehê wê bidome.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin