Li Îstenbolê êrîsê gora parêzerê Kurd Medet Serhat kirin

10 April 2024 23:26 0 dîtin
Li Îstenbolê êrîsê gora parêzerê Kurd Medet Serhat kirin

PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbolê li goristana Zincirlikuyuyê êrîşê gora parêzer Medet Serhat kirin û mermerên dor û ber serên wî şikandin.

Medet Serhat parêzerekî siyasî yê Kurd bû û li Îstenbolê dima. Di 12.11.1994an de Medet Serhat li ber derê mala xwe yê li taxa Bostanciyê di êrîşekî tarî de şehîd ketibû.

Kurê wî Rumet Serhat ragihand ku ew çendeyekî berê seredana gora bavê xwe kiriye, divê êrîşker bên girtin û weha dewam dike:

“Cara dawiyê ku min gora bavê xwe ziyaret kir saxlem bû û îro bi munasebeta cejna Remezanê me seredana gorê kir û me dît ku gorê xerab kirine.”