Sûriye: ISIDê xwest bi bombe êrîsê gora Seyyide Zeynep bike lê ber lê girtin

11 January 2025 23:43 0 dîtin
Sûriye: ISIDê xwest bi bombe êrîsê gora Seyyide Zeynep bike lê ber lê girtin

PeyamaKurd – Wezareta karên navxwe ya Sûriyê ragihand ku Tirba Seyyide Zeynep li derveyê Şamêye û hinek endamên IŞİDê xwestine bi bombeyan êrîş bikin ser tirbê. Êrîş ji aliyê hêzên ewlehiyê de ber lê hatiye girtin.

Wezaret, 4 wêneyên ku dibêjin endamên IŞİDê ne belav kir. Li ser endamên IŞİDê telefonên destî, tiving, 3 bombe û cûreyên bombeyên destî jî hatine girtin û bi raya giştî re parve kirin.

Di wêneyên ku wezaretê belav kir de, 2 hemwelatiyên Lubnanî û kesekî Fîlîstînî ku li Lubnanê wekî penaber dijî, nasnameyên wan belav kir.

Tirba Seyyîde Zeyneb ji bo temamê Şî’ayên dinyayê pîroze, her sal seredana tirbê dikin, li serê îbadet dikin û hem ji bo Sunniyan jî pîroz e.

Di wexta desthilata Beşar Esad de tirb, ji aliyê grûbên çekdar yên bidesteka Îranê de dihat parastin. Piştî çûna Esaad, grûbên bi desteka Îranê, terka tirbê kirin.