ISIDê êrîsê Zankoya Raqayê kir: 2 kustî

19 December 2024 00:09 0 dîtin
ISIDê êrîsê Zankoya Raqayê kir: 2 kustî

PeyamaKurd – IŞİDê li başûrê Raqayê li devera Kasratê êrîşê zankoya Raqayê kir. Li gor agahiyan ku jêdera wan hêzên ewlehiyê ye, 4 kesên endamên IŞİDê bi motorsîkletan êrîşê ser zankoyê kir.

Di encamê de 2 wezîfedarên ewlehiyê can dane, 2 kesên wezîfedarên ewlehiyê birîndar bûne û bi wan re keseklî sîvîl jî birîndar bûye.

Di daxwuyaniya asayîşa girêdayê Rêvebiriya Xweser de hat gotin ku êrîşê berteref kirine, kesên sûcdar dê teslîmê edaletê bikin. Her weha hêzên asayîşê xwestin ku di têkoşîna li dijî terorê de bila xelk alîkariyê bike, êrîşên weha îstîqrara Sûriyê xerab dike û wê serî ji êrîşên weha re, daneynin.

Tê gotin ku IŞİD piştî hilweşandina rejîmê, li deverên çolê, ketina nav tevgerê û di navbera Humus û Dêrezorê de hebûna xwe zêdetir kirine.