Malbata jina Efrînî ku 5 meh berê hatiye revandin bangewazî li Tirkiyê kir

09 July 2023 10:56 0 dîtin
Malbata jina Efrînî ku 5 meh berê hatiye revandin bangewazî li Tirkiyê kir

PeyamaKurd – Malbata jina bi navê Hêlan Ehmed Mihemed ku 5 meh berê ji aliyê komên çekdar ve li Efrînê hatiye revandin, bang li rêxistinên yasayî û mafên mirovan kir ku fişarê li ser hikûmeta Tirkiyê bikin da ku Hêlan bê azadkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a li Efrînê ragihand, jina bi navê Hêlan Ehmed Mihemed ji berî 5 mehan ve ji bajarê Helebê dema vegeriya Efrînê û ji aliyê koma Polîsa Leşkerî ve hatiye revandin.

Hate diyarkirin ku Hêlan bi tometa ku mêrê wê berê di nava hêzên girêdayî Rêveberiya Xweser de bû û di dema êrîşa artêşa Tirkiyê û komên çekdar a li ser Efrînê (2018) de can daye hatiye revandin.

Hêlan Ehmed Mihemed ji gundê Meydan Ekbesê yê navçeya Raco ye, dayika 2 keçikên (5 û 8 salî) ye û di zîndana Maratê de hê jî girtî ye.

Malbata Hêlanê bi riya Rêxistina Mafên Mirovan bang li rêxistinên yasayî, mafên mirovan û navdewletî kir ku fişarê li hikûmeta Tirkiyê bikin, ta ku wê azad bikin û vegere cem keçên xwe.