Meleka Efrînî ku salek berê wêneyên 'kustina wê belav bûbûn' vegeriya nav malbata xwe
PeyamaKurd – Keça Kurd a bi navê Melek Nebîh Xelîl Cuma ya ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê ku salek berê hatibû revandin û nûçeya kuştina wê ji aliyê çekdaran ve hatibû belavkirin, piştî saleke zindanîkirinê vegeriya nav malbata xwe.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihandiye, ku keça Efrînî Melek Nebîh Xelîl Cuma ya 16 salî ya ji navçeya Şera, piştî salekê ji revandina wê ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve, roja 6ê Îlona 2021an vegeriyaye nav malbata xwe.
Li gorî zanyariyan Melek Cuma berî çend rojan vegeriyaye nav malbata xwe û behsa revandina xwe kiriye.
Melek Cuma gotiye ku piştî derketina wê ji Zindana Navendî ya bajarê Efrînê, careke din ji aliyê çekdarekî koma bi navê (Elnuxbe) ve li navçeya Şera hatiye revandin û wî çekdarî ew biribû Idlibê û ji dema salekê ve li cem xwe hiştibû.
Hat diyarkirin ku berî çend rojan wî çekdarî Melek radestî koma (Elnuxbe) kir û piştre ew keç gihîşte nav kesûkarên xwe, li navçeya Şera ya Efrînê.
7ê Hezîrana 2020an hatibû belavkirin ku Melek Cuma ji aliyê çekdarên li Efrînê ve piştî hatiye revandin hatiye kuştin û wêneyê termê keçeke kuştî li nav zeviyên çandiniyê yên di navbera gundê Qestel Cindo û bajarê Ezazê de hatibû belavkirin.
Malbata Melekê wê demê red kiribû ku ew termê keça wan be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin