Di nava salekê de 100 kolberên Rojhilatê Kurdistanê hatin kustin

01 January 2020 14:51 0 dîtin
Di nava salekê de 100 kolberên Rojhilatê Kurdistanê hatin kustin

PeyamaKurd- Di sala 2019an de zext û zorên li ser kolberên Rojhilatê Kurdistanê zêdetir bû û rêjeya qurbaniyan jî bilind bû. Li gor amaran sala 2019an 100 kolberan canê xwe ji dest dane.

Herî dawî çîroka her du kolberên ciwan Ferhad û Azad Xesrewî ku di meha dawiyê ya 2019an de ji sermê canê xwe ji dest dabûn, tevahiya xelkê Rojhilatê Kurdistanê xembar kir.

Li gor amarên dawî, nêzîkî 100 kolberan di sala 2019an de li ser sînor bi guleyên hêzên ewlekariyê yên Îranê hatine kuştin û bi sedan jî birîndar û seqet bûne.

Her çend e komara Îranê karê kolberiyê wek qaçaxiyê binav dike, lê di nava hikûmet û desthilata Îranê de hene jî, dibêjin nabe karê kolberiyê wek qaçaxiyê bê hesabkirin.

Hejarî û nebûna derfeta kar, kiriye ku xelkê Kurdistanê ji bilî kolberiyê ti karekî din nebînin, ji ber ku derfeta kar li Rojhilatê Kurdistanê nîn e. Kolberên Rojhilatê Kurdistanê rojane wesiyetnameyên xwe dinivîsin, ji ber ku dizanin, dê şevekê ji şevan venegerin malên xwe.

Wisa diyar e ku çîroka diltezîn a kolberên Rohilatê Kurdistanê dê di sala nû de jî berdewam bike.