Cenazên her dû kolberên Rojhilatê Kurdistanê dîtin

16 April 2023 01:10 0 dîtin
Cenazên her dû kolberên Rojhilatê Kurdistanê dîtin

PeyamaKurd – 2 kolberên bi navên Efşîn Felahî (22) û Mehdî Rahmedî (23) 10 roje ku wenda bûn û piştî xebata bi 10 rojan, cesedên wan li bajarê Banê di bendava Abbasava de hatin dîtin. Her dû xort jî li ser nûfûsa Seqizin û bi kolberiyê debara xwe dikirin. Ji 6 ê nîsanê heya niha ji her dû xortan xeber nedihat sitendin.

Dîtina cesedan bi xebata tîmên îtfaiyê û rizgarkirinê yên bajarên Seqiz, Banê, Bokan û Merîwanê di bendava Abbasava de hatin dîtin. Ji ber şertên hewayî ku baran jî dibariya, dereng xwe gihandin cesedan.

Cesedên her dû xortan birin nexweşxana Banê morga wê da otopsî bikin û piştî amadekirina ewraqan wê cenazê wan li bajarê Seqizê defin bikin. Bende ne ku gelek kes tevlî merasima cenaze bibin.