Li Rojhilatê Kurdistanê cenazên 3 çiyavanên Kurd hatin dîtin

17 January 2024 23:40 0 dîtin
Li Rojhilatê Kurdistanê cenazên 3 çiyavanên Kurd hatin dîtin

PeyamaKurd – Di roja 11.01.2024an de li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Şînoyê 5 çiyavanên Kurd di berfê de derketibûn Çiyayê Rîndolayê. 5 çiyavan di wexta dagerê de ji ber hatina aşîtên berfê, 3 ji wan di bin aşîtê de man lê 2 çiyavan karibûn xwe rizgar bikin.

Îro an ku roja çarşemê çiyavanên ku ji bajarên Şîno, Pîranşar, Nexede û Mahabadê çûn bajarê Şîno û bi desteka xelkê wê derê xebitîn û karibûn xwe bigihînin cenazên her 3 çiyavanan.

Çiyavanên candayî Mûhammed Royan, Mûhsîn Azîzî û Riza Qayîş in.

Qeymeqamê Şûnoyê jî berê ragihandibû ku 30 kes ji Tehranê çûne bajarê Şîno da çiyavanan rizgar bikin lê ji ber firehiya aşît hezar m2 ye û li deverê bilindahiya berfê gihaye 10 metreyan, bi zahmetî lêgerîna çiyavanan dikin.