Li Rojhilatê Kurdistanê 10 kolberên Kurd hatin birîndarkirin

18 April 2022 16:38 0 dîtin
Li Rojhilatê Kurdistanê 10 kolberên Kurd hatin birîndarkirin

PeyamaKurd-Li herêma Newsûdê ya Kirmaşanê pasdarên Îranê êrîş bir ser kolberên Kurd.

Li gorî ragihandina Malpera Mafên Mirovan a Hengawê, di şeva borî de gulebarana pasdarên Îranê rû da û di encamê de ji 10an zêdetir kolberên Kurd birîndar bûn. Hat zanîn ku bi tivingên nêçîrê êrîş hatiye kirin. Li gorî agahiyên dawî, kolberên birîndar ji bo Nexweşxaneya bajarokê Pawe hatine veguhestin.