Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 5 girtî hatin bidarvekirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 29ê Tebaxê li girtîgeha navendî ya bajarê Mahabadê ya Rojhilatê Kurdistanê û li girtîgehên Tewrêzê 5 welatiyên din hatin bidarvekirin.
Li gorî çavkaniyan, kesên hatine bidarvekirin navê yek ji wan Şapur Husênî xelkê Tewrêzê, Îrfan Ebdulezîzî Kurdê xelkê Kerkûkê, du welatiyên Afganî bi navê Cubula (32) û Muşeref ((27) li girtîgeha Tewrêz hatine bidarvekirin.
Herwiha sizayê bidarvekirinê yê welatiyê bi navê Sîrwan Ebûbekir ku ji bajarê Serdeştê ye jî li girtîgeha navendî ya Mahabadê hate înfazkirin..
Sîrwan Ebûbekir ê 30 salî rojek berê li girtîgehê hevdîtin bi malbata xwe re kiribû, lê ragihandina daraza Îranê li ser îdamkirina wî ti agahiyek belav nekiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin