Li Rojhilatê Kurdistanê du kolberên Kurd bi giranî birîndar bûn

01 December 2020 14:58 0 dîtin
Li Rojhilatê Kurdistanê du kolberên Kurd bi giranî birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarên Serdeşt û Bane yên Rojhilata Kurdistanê, du kolber ji ber pasdarên Îranê birîndar bûn.

Li gor Malpera Mafên Mirova ya Hengawê diyar kir, do hêzên parastina sînor yên Îranê, li devera sînorî ya Nokan ya bajarê Serdeştê komek kolber dan ber guleyan û di encamê de kolberekî Kurd, bi navê Şîrwan Molanpenah bi giranî birîndar bû. Şîrwan rakirin nexweşxaneyeke Herêma Kurdistanê.

Herwiha do, li deverên sînorî yên bajarokê Bane, kolberekî Kurd ji bo ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve neyê girtin, xwe ji çiyayekî bilind avêt û bi giranî birîndar bû.