Li Rojhilatê Kurdistanê dîwarê 2 hezar 700 salî hat dîtin

08 November 2019 18:33 0 dîtin
Li Rojhilatê Kurdistanê dîwarê 2 hezar 700 salî hat dîtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li navçeya Serpêl Zehaw a Rojhilatê Kurdistanê dîwarekî dîrokî hatiye dîtin ku dirêjahiya wî 115 kîlomtr e û 2 hezar û 700 sal beriya niha hatiye çêkirin.

Medya Îranê ragihand ku tîmeke arkolojî û dîroknasiyê ya Îranî li navçeya şûnwarî li Serpêl Zehaw a ser bi parêzgeha Kirmanşanê, dîwarekî dîrokî dîtine ku bi keviran hatiye çêkirin.

Tîma şûnwarnasiyê diyar kiriye ku dirêjahiya wî dîwarê dîrokî 115 km, stûrbûna wî 4 metre û bilindahî jî 3 metre ye û di navbera 2400-2700 salan berî niha hatiye çêkirin.

Xwendekarê arkolojiyê li Zanîngeha Tehranê, Secad Elî Bêygî nivîsek di kovara zanistî ya Antiquity  de belav kiriye ku tê de dibêje; paşmahiyên wî dîwarê dîrokî li navçeya Serpêl Zehaw hatiye dîtin û ji 1 milyon metrekub keviran pêk tê.

Dîwarê dîrokî ji çiyayê Bemo dest pê bike û heta nêzîkî gundê Jawmerg berdewam dibe û tê gotin, mebesta sereke ya çêkirina dîwarê dîrokî  xweparastina ji êrîşên dijminan bûye.

Secad Elî Bêygî dide xuyakirin ku haya arkologan jî ji wî dîwarî nebû, lê belê xelkê xwecihî ên navçeyê jê re dibêjin Dîwarê Gewre.