48 hezar gestiyarên ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bazara Wanê ges kirin
PeyamaKurd – Di nav meha Adara 2022yan de, zêdetirî 48 hezar geştiyaran ji bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê serdana bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê kirin û bazara bajêr bi wan geştiyaran geş bû.
Li gorî zanyariyên ji rêveberiya deriyê Kapikule yê sînorî hatine wergirtin, bi taybet di nav çend rojên dawiya meha Adarê de û beriya Cejna Newrozê bi deh hezaran geştiyar derbasî Wanê bûne.
Welatiyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, ji ber du hefte betlaneya Newrozê hebû, berê xwe dane Bakurê Kurdistanê û bi taybet jî serdana Wanê kirine û otelên bajêr bi wan geştiyaran tije bûne.
Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê eşkere kiriye ku bi saya geştiyaran kêfa esnafan hatiye û bazar ji bo çend rojan geş bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin