Li Semsûr a Bakurê Kurdistanê goreke hezar salî û îskeletek hat dîtin
PeyamaKurd - Li bajarê Semsûr yê Bakurê Kurdistanê di encama vekolînan de gorek û îskeletekî mirovan hatin dîtin ku dîroka wan digihe hezar sal berî niha.
Li bajarê Antîk Perre ku dikeve nav sînorê gundê Pîrîn ê bajarê Semsûrnê, xebatên lêgerîn û vekolînê berdewam in. Antîk Perre yek ji wan 5 bajarên dîrokî yên Împaratoriya Kommege bûye û li wê devera ku berî niha ketibû bin parastina dewletê, berî 40 rojan xebatên arkeolojîk destpê kiribûn.
Di çarçova wan lêgerîn û vekolînan de doh 30yê Hezîranê keşfeke din a girîng hat kirin û goreke dîrokî tevî îskeletekî hat dîtin.
Rêveberê Muzexaneya Semsûrê Mehmet Alkan dragihand ku wan li aliyê bakur û rojavayê `Kaniya Roma`yê xebatên xwe birêve birin û diyar kir, “Sosret e ku em rastî goreke wiha hatin li vê herêmê.”
Mehmet Alkan gotiye, “Îskeletek jî hat dîtin. Ev îskelet bi awayê bi aliyên rojhilat-rojava li ser piştê dirêjkirî hat dîtin. Di nava gorê de wek diyarî bo kesê mirî, cerek jî hat dîtin. Ji vî cerî jî em dibînin ku ev gor ji serdema Bîzansê wate xwedî dîrokeke hezar salî ye.”
Rêveberê Muzexaneya Semsûrê da zanîn, xebatên wan ên arkeolojîk bê navber berdewam in û ew dê derdora `Kaniya Roma` ya li bajarê Antîk Perre bi temamî derxînin holê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin