Bîlançoya erdheja Bakurê Kurdistanê her diçe girantir dibe: 1541 mirî, 9 hezar û 733 birîndar…

06 February 2023 21:20 0 dîtin
Bîlançoya erdheja Bakurê Kurdistanê her diçe girantir dibe: 1541 mirî, 9 hezar û 733 birîndar…

PeyamaKurd – Cîgirê Serokomarê Tirkiyeyê Fuat Oktay, îro 6ê Sibatê danê êvarê li paytexta Tirkiye Enqereyê derbarê ziyan û qurbaniyên erdheja Mereşê ku li zêdetirî 10 bajarên Bakurê Kurdistanê xisareke mezin bi xwe re aniye civîneke çapemeniyê li dar xist.

Piştî erdheja mezin a pileya 7,4 a demjimêr 4:17 ya danê sibehê, danê nîvro li demjimêr 13:24 jî erdhejeke mezin a bi pileya 7,7 rû da ku navenda wê navçeya Elbîstan a Mereşê bû.

Cîgirê Serokomarê Tirkiyeyê Fuat Oktay, eşkere kir bi giştî heta niha 1541 kes mirine, 9 hezar û 733 welatî birîndar û 3 hezar û 471 avahî hilweşiyane ku xebatên rizgarkirinê jî ji bo hezaran welatiyan dewam dikin.

Oktay diyar kir ku ji bilî herdu erdhejên herî mezin 145 erdhejên din ku hin ji pileya wê ji 6an zêdetir e hatine tomarkirin.

Li gorî amarên hatin belavkirin rewşa dawî wiha ye:

Mereş: 234 wefat, 1700 birîndar û 31 avahiyên hilweşiyayî

Osmaniye: 205 wefat, 1003 birîndar, 101 avahiyên hilweşiyayî

Semsûr: 20 wefat, 200 birîndar, 600 avahiyên hilweşiyayî

Diyarbekir: 46 wefat, 557 birîndar, 20 avahiyên hilweşiyayî

Riha: 30 wefat, 1070 birîndar, 331 avahiyên hilweşiyayî

Kilis: 13 wefat, 244 birîndar, 50 avahiyên hilweşiyayî

Meletî: 106 wefat, 1941 birîndar, 300 avahiyên hilweşiyayî

Xarpêt: 6 avahiyên hilweşiyayî

Hêjayî gotinê ye, bîlançoya erdheja li Bakurê Kurdistanê her diçe giran dibe û heta niha gelek welatan diyar kirine ku ew ê alîkariyên bo rizgarkirin, tenduristî û vehewandinê bi rêya hikûmeta Tirkiyeyê bişînin.