Li Rojhilatê Kurdistanê 45 hezar tiryakgirtî hene

24 February 2023 11:59 0 dîtin
Li Rojhilatê Kurdistanê 45 hezar tiryakgirtî hene

PeyamaKurd – Hate diyarkirin, li bajarê Sine yê Rojhilatê 45 hezar kes girêdayî madeyên hişbir in.

Di raporta ku ji aliyê polîsê Sine ve derbarê bikaranîna madeyên hişbir hatiye amadekirin de, hatiye diyarkirin, li bajarê Sine 45 hezar kes madeyên hişbir bi kar anîne û bikaranîna madeyên hişbir li cihên giştî ji sedî 27 zêde bûye.

Alîkarê Fermandarê Polîsên Sine Lutfullah Darabî diyar kir, ji sedî 45ê tiryakê heşîşê û ji sedî 30ê wan jî madeyên hişbir bi kar tînin.

Darabî destnîşan kir, beriya niha di koma ji 25 salî mezintir de bikaranîna madeyên hişbir hebû û got, niha bikaranîna madeyên hişbir heta temenê 18 salî daketiye.

Li Sine di heyama 11 mehên borî de 2 hezar û 861 kes bi tometa bikaranîna madeyên hişbir hatine binçavkirin.

Qeymeqamê Sine Îsmaîl Zareî Koşa ku di civîna Komîsyona Têkoşîna bi Hişbirê ya 22ê Sibatê pêk hat de axivî û diyar kir, ji sedî 45ê tiryak heşîşê û ji sedî 30 jî tiryakê bi kar tînin û bal kişand ser zêdebûna bikaranîna esrarê ya di demên dawî de.