Li Herêma Kurdistanê 7 olên fermî û zêdetirî 6 hezar perestgeh hene

04 January 2023 21:21 0 dîtin
Li Herêma Kurdistanê 7 olên fermî û zêdetirî 6 hezar perestgeh hene

PeyamaKurd – Li gorî daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li Herêma Kurdistanê 7 ol hene û hemû di çarçoveya Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî yasayî molet bo wan hatiye dayîn.

Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê da xuyakirin, 7 olên li Herêma Kurdistanê di çarçoveya rêveberiya bi navê Pêkvejiyana Olî de çalakiyên xwe dikin.

Herwiha hat diyarkirin ku li Herêma Kurdistanê 5 hezar û 800 mizgeft, 145 Dêr û 400 cihên din ên olî yên hemû pêkhateyên hen ku di kabîneya nehem de planeke bihêz a endazyariya nûjenkirina wan cihên olî hatiye darêjandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Yên herî diyar jî ji bo nûjenkirina wan tirbeya Sultan Muzafer li bajarê Hewlêrê û Mizgefta Kak Ehmedê Şêx û Mizgefta Mezin a Silêmaniyê û Binkeyê Laleş û gelek cihên din li bajarê Duhokê, ku li ser erkê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hatine nûjenkirin.”

Li ser hejmar û navên wan ol û baweriyên li Herêma Kurdistanê ku bi awayekî fermî hatine naskirin û çawaniya rêveberina karên wan jî berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî Nebez Îsmaîl ragihandile: “Li gor yasaya hejmara 5 a sala 2015ê ya Parlamentoya Kurdistanê, 7 ol li Herêma Kurdistanê molet ji wan re hatiye dayîn û li gor yasayan hatine rêkxistin û nûnertiya wan li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî heye. Herwiha di çarçoveya rêveberiyeke bi navê ‘Pêkvejiyana Olî’ de çalakiyên xwe dikin.”

Nebez Îsmaîl daye zanîn: “Pêkhateyên ola Mesîhî û Êzidî xwedî rêveberiyên giştî û karûbarên taybet ên xwe ne û ew bi xwe birêve dibin. Bi ser Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ne û di peykerê yasaya wezaretê de cihê wan rêveberiya giştî ye. Derbarê navên olî de jî Îslam, Mesîhî, Êzidî, Behayî, Sabîeyî, Mendayî, Cihû û Zerdeştî fermî tên naskirin û ew ol û bawerî hemû jî çalakiyên wan hene û pêwendiyeke bihêz di navbera wan de heye û beşdarî bone û merasîm û çalakiyên hev jî dibin.”