Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 16 milyon mayînên neteqiyayî hene
PeyamaKurd – Di şerê 36 sal berê yê navbera Îran û Iraqê de, bi milyonan mayîn hatibûn çandin ku piraniya wan jî li ser erdên Rojhilat Kurdistanê ne.
Heta niha ji ber teqîna wan bermayiyên şer salane nêzî 20 hezar kes birîndar dibin û hejmarek zêde kesan jî can dane.
Li gorî amarên medya Rojhilatê Kurdistanê, di dawiya 6 mehên sala borî de 52 welatiyên Îranê bûne qurbaniyê teqîna mayîna ku %67ê qurbaniyan xelkê parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ne. Ji wan 30 kes welatiyên kurd in û 5 jî penaberên Afganîstanê ne.
Li gorî amaran di nava parêzgehên Îranê de, parêzgehên ku hejmara herî zêde ya mayînan tê de hatine çandin parêzgeha Xûzistan, Îlam, Sine û Kirmaşan e.
Navenda Ragihanda Neteweyên Yekbûyî ragihandiye, piştî Misrê, Îran bi 16 milyon mayînên neteqiyayî, di rêza duyem a cîhanê de cih digire, ku salane zêdetir ji 15 heta 20 hezar kes bi sedema teqîna mayînan birîndar dibin û jiyana xwe ji dest didin, her wiha %80 qurbaniyan welatiyên sivîl in.
Li gorî amaran 42 hezar kîlometrê çargoşe ji axa Îranê bi mayînan hatiye çandin û herî zêde jî mayîn li Rojhilatê Kurdistanê hatine çandin, hejmara herî zêde ya qurbaniyên mayînan jî kurd in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin