NY bîlançoya penaberên cîhanê eskere kir: Di salekê de 26 milyon...

19 June 2019 19:13 0 dîtin
NY bîlançoya penaberên cîhanê eskere kir: Di salekê de 26 milyon...

PeyamaKurd - Neteweyên Yekbûyî (NY), îro 19ê Hezîranê bi sedema Roja Penaberan ya Cîhanê ragihand ku li hemû dinyayê dora 71 mîlyon kes ji ber şerên berdewam, îşkence û sedemên din, neçar mane ku cih û warên xwe berdin û penaber bibin.

Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) da xuyakirin, ev hejmar asta herî bilind ya 70 salên borî ye.

UNHCRê bal kişand ser ku di nav 70.8 mîlyon penaberan de, dora 4 mîlyon hemwelatîyên Venezuelî hene ku ji ber alozîyên li wî welatî malên xwe hiştine, lê di raporê de cih nagirin.

Di raporta UNHCRê hat dîyarkirin, di sala borî de 26 mîlyon kes ji ber şer û alozîyan ji welatên xwe derketine ku nîvê wan kesan zarok in û 41 mîlyon kesên din jî li hindûrê welatên xwe koçber bûne.

UNHCRê da zanîn, du ji sê hemû penaberên seranserê cîhanê ji pênc dewletan tên ku ew Sûrîye, Afganistan, Sudana Başûr, Myanmar (Burma) û Somalî ne.