Komeleya Mafên Mirovan a Amedê bîlançoya salekê eskere kir...
PeyamaKurd - Komeleya Mafê Mirovan a Diyarbekirê (IHD) rapora xwe ya sala 2019an a girtin, tayinkirina qeyûman ser şaredariyan û binpêkirinan eşkere kir. Li gorî raporê di salekê de 31 şaredarî hatine desteserkirin, 3 hezar kes hatine girtin, 2 hezar û 81 mal rastî êrîşên polîsan hatine.
Cîgira Serokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan Rehşan Betaray, li Diyarbekrê Rapora sala 2019an a binpêkirinên mafê mirovan ragihand.
- Di raporê de hat eşkere kirin ku hikûmet pirsgerekan bi rêyên leşkerî ve dixwaze çareser bike.
- Di salekê de girtin, eşkence, kiryarên polîsan û leşkaran yên keyfî zêde bûn e.
- Di salekê de 537 kes li bajarên Kurdan rastî eşkencê hatin e.
- Li Bakurê Kurdistanê 31 şaredarî hatin desteser kirin, nezî hezar kes ku 50 ji wan zarok bûn hatine girtin. Ji van girtiyan 6 kesan wefat kiriye.
- 2 Hezar û 81 Malbat rastî êrîşên polîsan hatine. Di girtîgehan de 1334 girtî, tûşî nexweşiyên giran bûne û nayên derman kirin.
- Li gorî raporê zarokên Kurdan rastî zordariya polîsan û leşkeran tên û hîn qedexeya li ser zimanê Kurdî bi gelek awayan berdewam e.
- Li bajarên Bakurê Kurdistanê, di encama êrîş, rûdanên wesayîtên leşkerî, îşkence û helwestên polîs û leşkeran de 24 welatî ku zarok jî di nav de ne hatine kuştin. 12 welatî jî brîndar bûne.
- Di şer û pevçûnên di navberna gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de, di salekê de133 leşker mirine û brîndar bûne û 319 gerîlayan jî can dane.
- Di navbera şere gerîla û leşkeran de, 12 sivîl hatine kuştin.
- Li ser 31 şaredariyan qeyûm hatine danîn. Şaredarên wan jî hatine desteser kirin. 27 serokên şaredariyan û 57 endamên Encûmenên Şaredariyan hatine girtin û herwiha 61 endamên encûmenan jî ji kar hatine avêtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin