Komeleya Mafên Mirovan: Ji ber ser û tundiyan di 10 salan de 228 zarok hatine kustin

20 November 2021 11:30 0 dîtin
Komeleya Mafên Mirovan: Ji ber ser û tundiyan di 10 salan de 228 zarok hatine kustin

PeyamaKurd – Komeleya Mafên Mirovan ÎHD a Diyarbekirê, 32yemîn salvegera 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan pîroz kir û di raporê de diyar kir, ji ber şer û tundiyan di 10 salan de, 228 zarok hatine kuştin.

Di rapora 32yemîn salvegera mafên zarokan de hat eşkerekirin; tevî ku Tirkiyê jî wê peymanê pejirandiye, lê berpirsyariya hin xalên wê qebûl nekiriye û dewleta Tirk mafên zarokan yên nasnameyî û zimanî, ya ji nedîtî ve tê yan jî binpê dike.

Komeleyê bang û daxwaz kir, Tirkiye wan berpirsyariyan jî li xwe bigire û pêwistiyên wan jî bicih bîne da ku zarokên bi xwe û hewildoriya xwe re lihevkirî bên gihandin.

Dîsa di raporê de hat eşkerekirin, mafê jiyanê di serî de mafên zarokan li Tirkiyê bi giştî û bi taybet jî li bajarên Bakurê Kurdistanê tên bipêkirin û zarok di nav şer û tundî, di şert û mercên ne aram û tendurist de derbas dibin.

Herwiha bang û daxwaz hat kirin ku hemû mafên zarokan, wek xwezaya wan ya pak bê merc bên pejirandin û pêwistiyên wan jî bên bicihanîn da ku zarok bi mafên xwe mezin bibin.