Li Amedê mêrekî li jina xwe ya berê xist û kust
PeyamaKurd – Li bajarê Amedê, li navça Peyasê (Kayapınar) jinekî ku ji mêrê xwe yê berê direviya, ket ber êrîşa wî û jiyana xwe ji dest da. Dîmenên bûyerê ketin ser dîmenan.
Bûyer, li taxa Huzurevleri, di kolana 9an de çêbû. Jina bi navê Evin Demirtaş ji aliyê mêrê xwe yê berê A.Ş.de hat şopandin û li ber derê avahiyekî, bi çekê hat kuştin. Li ser gilîkirina hemnwelatiyan tîmên tenduristiyê û polîsan çûn ciyê bûyerê.
Dema kontrola jinê hat kirin, dîtin ku jiyana xwe ji dest daye. Ji bo otopsiyê, cenazê Demirtaş birin morga tiba edlî ya Amedê. Lêpirsîna polîs ya li ser rûdawê dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin