Malbata Dr. Necmedîn Kerîm: Bi daxwaza aliyekî kurd wêne û posterên wî ji Kerkûkê hatin rakirin

02 November 2020 15:27 0 dîtin
Malbata Dr. Necmedîn Kerîm: Bi daxwaza aliyekî kurd wêne û posterên wî ji Kerkûkê hatin rakirin

PeyamaKurd- Berdevkê malbata parêzgarê rewa yê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm got, aliyekî kurdî daxwaz kiriye wêne û posterên Necmedîn Kerîm yên ku li Kerkûkê hatibûn daliqandin, bên komkirin û hêzên ewlehiyê jî ew wêne û poster rakirine.

Parêzgarê rewa yê Kerkûkê beriya xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an Dr. Necmedîn Kerîm, piştî ku roja 31 Cotmehê ji ber nexweşiya mêjî li Amerîkayê koça dawî kir, beşek ji xelkê Kerkûkê wêne û posterên wî bi dîwar û daran ve daliqandin û hevxemiya xwe bo wefta wî nîşan dan. Lê belê hat zanîn ku ew wêne û poster ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine komkirin.

Termê Dr. Necmedîn Kerîm 5ê Mijdarê tê Hewlêrê û bi awayekî demkî bi xakê tê spartin

Berdevkê malbata Dr. Necmedîn Kerîm, Karox şehîd Rizgar ji medya Kurdistanê re ragihand ku termê Dr. Necmedîn Kerîm wê roja 5ê vê mehê ji Amerîka bigihê Kurdistanê û li bajarê Hewlêrê bi awayekî demkî were veşartin.

Karox şehîd Rizgar got, wêne û posterên Dr. Necmedîn li ser daxwaza aliyekî kurd hatine rakirin, ji ber ku Dr. Necmedîn digot Kerkûk hatiye dagirkirin.

Ofîsa Dr. Necmedîn Kerîm beriya niha gotibû, li ser wesiyeta wî, termê wî dê bi awayekî demkî li Hewlêrê were veşartin û dema Kerkûk hat rizgarkirin, dê termî wî li zêda wî û li Kerkûkê were veşartin.