Malbata Dr. Necmedîn Kerîm bo serok Barzanî sipasiya xwe ragihand
PeyamaKurd – Malbata parêzgerê berê yê Kerkûkê Dr. Necmeddîn Kerîm bo serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî sipasiya xwe ragihandin. Di sipasnameya xwe de malbata Dr. Necmeddîn Kerîm weha gotiye:
“ Weke malbata koçkirî ya Dr. Necmedîn Kerîm, em spasiyên xwe digîhinin, ji ber pirsana halê me û xemxoriya cenabê te ji bo rewşa Dr. Necmedîn Kerîm, çi li dema nexweşxanê bû ye û çi jî piştî dema koça dawî, anîna cenaze wî ji bo Kurdistanê û bi xakspartina rehmetî, bi berdewamî di peywendiyê û hevkariyê de bûn. Em gelekî spasiya cenabê te dikin û bi hêzî dikin hun her tim di tendirustiyeke baş de bin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin