Serok Barzanî peyameke serxwesiyê bo wefata Dr. Necmedîn Kerîm belav kir
PeyamaKurd – Bo wefata Dr. Necmedîn Kerîm, Serok Mesûd Barzanî peyamek serxweşiyê belav kir û diyar kir, bi xebera wefata Dr. Necmedîn Kerîm gelekî xemgîn bûye.
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya (Dr Necmedîn Kerîm) gihîşt min. Bi vê nûçeyê gelek dilteng û xemgîn bûm.
Serxweşiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukarên xwedê jêrazî Necmedîn Kerîm dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin