Serok Barzanî li ser wefata birayê Dr. Kinyazê Îbrahîm peyameke serxwesiyê belav kir

12 July 2020 12:53 0 dîtin
Serok Barzanî li ser wefata birayê Dr. Kinyazê Îbrahîm peyameke serxwesiyê belav kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî li ser wefata birayê Serokê Federasyona Kurdên Sovyeta berê Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv peyameke serxweşiyê belav kir.

Serok Barzanî got: “Bi xemeke zêde nûçeya koça dawî ya birayê we Ehmed Îbrahîm Mîrzoyêv gihîşt me. Sersaxiyên xwe pêşkêşî we û malbata we ya birêz û tevahiya kesukar û nasên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.”

Serok Barzanî ragihand: “Ji xwedayê mezin hêvîdar im xwedê jê razî bi bihuşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.”