Serok Barzanî: Xwisk û birayên Xiristiyan beseke girîng a welat in

24 February 2025 18:50 0 dîtin
Serok Barzanî: Xwisk û birayên Xiristiyan beseke girîng a welat in

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 24ê Sibatê pêşwaziya şandeke hevpar a her du odeyên bazirganî yên Kildanî - Amerîkayî û Aşûrî - Amerîkayî kir.

Serok Mesûd Barzanî, di hevdîtina şanda bi serokatiya Serokê Odeya Bazirganî ya Kildanî, Amerîkayî Martin Menna de, spasiya serdana şanda mêvan ji bo Herêma Kurdistanê kir.

Serok Barzanî da zanîn, xwişk û birayên Xiristiyan beşeke girîng a welat in û piştevaniya xwe jî ji bo daxwaziyên xwişk û birayên Xiristiyan li parêzgeha Nînowayê û seranserê Iraqê jî tekez kir.

Şanda mêvan jî rêz ji bo rola Serok Barzanî di parastina pêkhateyan û baştirkirina pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê anî ziman û spasiya Serok Barzanî kir ku herdem hewl daye ku Xiristiyan li welatê xwe bimînin û koç nekin.

Şanda mêvan herwiha daxwaz kir ku, Serok Barzanî piştevanê daxwazî û mafên Xiristiyanan li Deşta Nînowayê be.