Serok Barzanî Cejna Cemayê pîroz kir: 'Bi hemû siyanan pistevaniya daxwazên xwisk û birayên Êzidî dikim'

06 October 2021 18:37 0 dîtin
Serok Barzanî Cejna Cemayê pîroz kir: 'Bi hemû siyanan pistevaniya daxwazên xwisk û birayên Êzidî dikim'

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi boneya cejna Cemayê ya Êzidiyan peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Serok Barzanî got: "Li vir dûpat dikim ku bi hemû şiyanan piştevaniya daxwazên xwişk û birayên Êzidî dikim û pêdivî ye ew hemû asteng û hokar nemînin ku rêgir in li ber asayîbûna jiyana Êzidiyan û bi taybetî li devera Şingalê."

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna Cemayê ya xwişk û birayên Êzdî pîrozbahiyê li Mîrê Êzdiyan û Baba Şêx û Encûmena Ruhanî ya Ola Êzdî û hemû xwişk û birayên Êzdî yên Kurdistanê û hemû cîhanê dikim.

Di salên derbasbûyî de xwişk û birayên Êzdî bi egerê zulm û tawanên terorîstan û nehezên gelê me tûşî êş û azareka mezin bûn.

Li vir dûpat dikim ku bi hemû şiyanan piştevaniya daxwazên xwişk û birayên Êzdî dikim û pêdivî ye ew hemû asteng û hokar nemînin ku rêgir in li ber asayîbûna jiyana Êzdiyan û bi taybetî li devera Şingalê. Divê xwişk û birayên Êzdî bikarin birînên xwe bikevînin û azadane biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.

Her bi vê helkeftê tekeziyê li ser bihêzkirina çanda pêkvejiyana li Kurdistanê dikim û hêvîdarim xwişk û birayên me yên Êzdî cejn û helkeftên xwe bi aramî û dilxweşiyê de bikin.

Cejna we pîroz û bimînin di xêr û xweşiyê de

Mesûd Barzanî

06.10.2021