Serokwezîr Barzanî Cejna Cemayê ya Êzidiyan pîroz kir

05 October 2019 16:59 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî Cejna Cemayê ya Êzidiyan pîroz kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahiya cejna Cemayê ya Êzidiyan kir û di peyamekê de tekeziyê li pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo kêmkirina êş û azarên Êzidiyan dike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de dibêje, bi helkefta cejna Cemayê germtirîn pîrozbahî arasteyî xwişk û birayên Kurd ên Êzidiyên li Kurdistanê û cîhanê dikim. Hêvîdar im di atmosfereke aram û xweşî de vê cejna xwe bikin.

Mesrûr Barzanî got: Xwişk û birayên Êzidî ji salên borî ve rûbirûyî êşê û rojên giran bûne. Hêvîdar im di jêr saya keşa pêkvejiyana aştiyane ya Herêma Kurdistanê wan rojên zor û zehmet derbas bikin.

Barzanî tekez dike jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî her çi derfetên wê hebe, kêmûkurtiyê nake bo kêmkirina êş û azarên wan û kûrkirina giyana pêkvejiyan û tebayîyê di navbera pêkhateyên olî û netewî yên Herêma Kurdistanê de.