Serok Barzanî: Em pêkhateya Xiristiyanan wek besek ji gelê xwe dibînin
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 22yê Tebaxê li Pîrmamê pêşwazî li Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê Kardînal Luîs Sako kir.
Serok Barzanî di hevdîtinê de got: “Em Xiristiyanan û tevaya pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê wekî pareke gelê xwe dibînin û em bi hemû awayan parastina mafên wan dikin.”
Di hevdîtinê de, Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê pesnê rola Serok Barzanî da, ji ber hewlên wî yên ji bo parastina pêkhateya Xiristiyanan û piştevanîya daxwaziyên wan û dana piştrastiyê ji bo misogeriya paşeroja wan li Herêma Kurdistanê û Iraqê.
Luîs Sako ragihand ku Xiristiyanên derveyî Iraqê û Herêma Kurdistanê jî spasdarên helwesta Serok Baranî ne.
Serok Barzanî got: “Em Xiristiyanan û tevaya pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê wekî pareke gelê xwe dibînin û em bi hemû awayan bergiriyê ji mafên wan dikin û ew li cem me prensîbeke neguher e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin