Serok Barzanî: Nabe bi ti hincet û behaneyê mafê pêkhateyan were pasxistin

31 March 2024 09:26 0 dîtin
Serok Barzanî: Nabe bi ti hincet û behaneyê mafê pêkhateyan were pasxistin

PeyamaKurd - Serok Barzanî bi boneya hatina Cejna Qiyama Hezretî Mesîh peyameke pîrozbahiyê belav kir û got: “Hêvîdar im çanda pêkvejiyana, biratî û tebayîyê di navbera hemû pêkhateyên neteweyî û olî yên Kurdistan û Iraqê de were parastin û bihêzkirin.”

Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand, “bi boneya hatina Cejna Qiyama Hezretî Mesîh (silavên Xwedê lê bin) germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xwişk û birayên me yên Xiristiyanên li Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.”

Serok Barzanî diyar kir: “Herwiha bi boneya hatina sersala nû û cejnên Ekîto, pîrozbahiyê li gelê Kildanî, Suryan û Aşûrî li Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê dikim û hêviya xêr û xweşî û bexteweriyê ji wan re dixwazim.”

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi vê boneyê hêvîdar im ku çanda pêkvejiyanê, biratî û tebayî di navbera hemû pêkhateyên neteweyî û olî yên Kurdistan û Iraqê de were parastin û bihêzkirin.”

Dawiyê jî Serok Barzanî destnîşan kir: “Ji bilî tekezîkirina li piştgîriya xwe bo maf û daxwazên rewa yên hemû pêkhateyan, tekezî li ser wê yekê jî dikim ku nabe bi ti hincet û behanekê çanda pêkvejiyanê û mafên xwişk û birayên Xiristiyan û pêkhateyên din ên neteweyî û olî li Kurdistan û Iraqê paşde were xistin.”