Serok Barzanî: Nabe hilbijartin bên pasxistin!
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî balkişand li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û diyar kir, tu rêyeke din nemaye.
Serok Barzanî amaje bi wê yekê jî kir, budçeya giştî ya Iraqê li Herêma Kurdistanê bi awayekî neadilane tê bikaranîn, Serok Barzanî derbarê budçeya ji sedî 12.6 ya Herêma Kurdistanê de jî got, “Ez nabêjim ji sedî 100 ji biryara budçeyê hez nakin, bi baweriya min ev gaveke erênî."
Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:
"Ji sala 2007an ve Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadebûna xwe ji bo derbaskirina proje yasaya petrolê ji parlamentoyê re ragihandiye. Hikûmetên li pey hev li Bexdayê ji vê mijarê dûr ketine. Heta niha em negihiştine encamekê, lê bi vê atmosfera erênî, atmosfereke xweş e. ji bo derbaskirina proje yasaya petrolê û mijarên din ên yasayî yên li bendê ne.. Bi baweriya min wê hilbijartin çêbibin, tu rêyeke din nemaye, eger nebe wê saziyên hikûmetê rewatiya xwe ji dest bidin. Ji bo paşxistina hilbijartinan tu bijarde û hincet nemaye. Ger partiyek siyasî hewl bide hilbijartinan asteng bike, wê xwe îzole bike. Hilbijartin wê bên kirin."
Serok Barzanî amaje bi giringiyên navdewletî yên Amerîka jî kir û got: “Dibe ku li gel Çîn û Ukrayna, pêşaniyên niha yên Amerîka, girîngiya karnameya asayîşa niştimanî hatiye guhertin, lê ev nayê wê wateyê ku Amerîka li Iraqê û Rojhilata Navîn paşguh dike. Hûn nikarin rewşa niha bi rewşa berê bidin ber hev, lê dîsa jî Amerîka cidî li herêmê dinere.
Serok Barzanî got, “Hefteya borî hevalekî me yê nêzîk Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin serdana Iraqê kir. Austin tekez kir, Amerîka girîngiyê dide herêmê û wê têkiliyên xwe yên bi welatan re berdewam bike” û diyar kir, “DAIŞ berdewama metirsiyê ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin