Mesrûr Barzanî bi Nûnera NY re civiya: Nabe ku hilbijartin bê pasxistin…
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 21ê Hezîranê li paytext Hewlêrê pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir.
Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de, rewşa Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin û li ser vê mijarê herdu alî li ser encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di dema herî nêz de, hevnêrîn bûn.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir, nabe êdî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê were paşxistin û bibe qurbaniya xwestek û daxwazên ti hêz û aliyekî yên paşxistina wê proseya demokrasiyê.
Mesrûr Barzanî û Plasschaert, herwiha di civînê de guherîn û pêşhatên rewşa Iraqê û desteberkirina mafên destûrî û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê jî gotûbêj kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin