Serok Barzanî: Nabe tawan û jenosîd werin jibîrkirin, pêwîst e Iraq bedêla wê bide
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, bi boneya 36. salvegera Enfala Badînan peyamek belav kir û ragihand: “Em pêdagiriyê li ser mafên rewa yên gelê xwe dikin. Divê ev tawan neyên jibîrkirin û dewleta Iraqê berdêla jenosîd, tawan û hemû zilm û zordariya ku li gelê me hatiye kirin, bide.”
Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de got: “Berî 36 salan û di 25ê Tebaxa 1988an û heta 6ê Îlona 1988an, Di berdewamiya zincîreya tawanên rejîma Iraqê li dijî gelê Kurdistanê de, gelek navçe û gundên devera Badînanê ji aliyê hêzên rêjîma wê demê ya Iraqê ve, rastî êrişên nemirovane yên kîmyayî, girtin, kuştin, koçberkirin û enfalkirina welatiyên bêguneh, hatin.”
Serok Barzanî diyar kir, “Di encama van tawanên nemirovane de, bi hezaran welatiyên Kurd şehîd, winda û koçber bûne û bi sedan gund jî wêran bûn. Armanca tawanên rejîma berê ya Iraqê, şikandina îradeya gelê Kurdistanê ji bo piştevaniya şoreşê û berdewamkirina siyaseta guhertina demografiya Kurdistanê bû.”
Di dawiya peyama xwe de Serok Barzanî wiha got: “Di salvegera Enfala Badînanê de, silav li giyanê pak ê şehîdên vê tawanê û hemû şehîdên Kurdistanê dişînin û bi tundî pêdagiriyê li ser mafên rewa yên gelê xwe dikin. Nabe ev tawan werin jibîrkirin û pêwîst e dewleta Iraqê qerebûya jenosîd, tawan û hemû zulma ku li gelê me hatiye kirin, bide.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin