Malbatên 4 penaberên kurd spasiya Serok Barzanî û Mesrûr Barzanî kirin
PeyamaKurd - Malbatên her çar penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê ku di qezaya kamyona penaberan de 22yê Adarê li Xirwatyayê can dabûn û cenazeyê wan îro digihin Hewlêrê, spasnameyek bo Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî belav kirin.
Malbatên penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê di spasnameyê de, ji ber xemxurî û hewldanên bo veguhastina cenazeyan ji Xirwatyayê bo Kurdistanê, spasiya Serok Mesûd Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Rûdawê dikin.
Spasnameya malbatên Şehîdên Xirwatyayê wiha ye:
Em malbatên şehîdên bûyera barhilgira Kurwatyayê, ku bû sedema canjidesdana 4 zarokên me yên koçber û birîndarbûna zêdetirî 20 koçberên din, ku hê jî li nexweşxaneyên Kurwatyayê têne dermankirin. Em sipasiyeke gerim ji her yek ji:
Serok Mesûd Barzanî, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Îdareya Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê û Şêwirmendê Serok Barzanî mamoste Mesûd Heyder, Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Dr. Selîm Paşa, Dilawer Ajgeyî Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropa û Salar Kerkûkê, kadroyê Partiya Demokrata Kurdistanê û çalakvanê siyasî.
Herwiha em spasiya xwe ji nûnerê Rêveberiya Asayişa Giştî, Neqîb Wesam Mesîfî re jî pêşkêş dikin, ji ber ku destê hevkarî û alîkariyê dirêjî me kir.
Li ser navê şehîdên barhilgira Kurwatyayê em dixwazin sipasiya kanalên ragihandinê bikin û bi taybetî Tora Medyayî ya Rûdawê, ku ji kêlîka yekem ve rûmala vê bûyera diltezîn kir, û bi dilsozî ev bûyer gihand raya giştî û herwiha bangewazî û derd û êşên koçberan gihand hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku yekser destpêşxerî kir, û cenazeyên her 4 zarokên me ji Kurwatyayê veguhest Herêma Kurdistana Iraqê û ji wê derê ve veguhest Rojavayê Kurdistanê.
Kurwatya-Slafonisky Brood
2-4-2021
Malbatên şehîdan

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin