Serokwezîr: Ji bo hemû malbatên sehîdên Kurdistanê wê xanî bê dabînkirin

14 October 2024 09:17 0 dîtin
Serokwezîr: Ji bo hemû malbatên sehîdên Kurdistanê wê xanî bê dabînkirin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî soz da ku wê xanî ji bo hemû malbatên şehîdên Herêma Kurdistanê bê dabînkirin.

Doh Yekşemê 13.10.2024, di çarçoveya Platforma Hêvî û Bikenê de, bi beşdariya Serokwezîr Barzanî, 540 xanî ji bo malbatên şehîdan hatin dayîn.

Mesrûr Barzanî ku li ser hesabê xwe yê fermî yê Xê ev mijar parve kir, şanaziya xwe nîşan da ku îro di xizmeta malbatên şehîdan de ye.

Serokwezîr diyar kir ku wan 540 xanî li ser malbatên şehîdan dabeş kirine û tekez kir, ku ew ê di çarçoveya projeyê de li ser dabeşkirina xaniyan li ser malbatên şehîdan berdewam bin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Heta ku ti malbatek şehîd li Kurdistanê bê mal nemîne em ê berdewam bin. Ev soza me ji wan re ye."