Serokwezîr: Em ê hewl bidin di paserojê de hemû malbatên sehîdan bibin xwediyê xaniyên xwe
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê di merasîma dabeşkirina 420 xaniyên li malbatên şehîdên Kurdistanê de axivî û got, Hikûmeta Herêmê wê hewla dabînkirina malan ji bo hemû malbatên şehîdan li seranserê Kurdistanê bide.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 28ê Îlona 2022an li Duhokê di merasîma ku ji aliyê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve hatiye birêkxistin de, 420 xanî li malbatên şehîdên Kurdistanê dabeş kir û diyar kir: “Em ê hewl bidin di paşerojê de hemû malbatên şehîdan bibin xwediyê xaniyên xwe, ne tenê li Duhokê, lê li hemû bajar û bajarokên Kurdistanê. Armanca me ew e, tu malbateke şehîdan di xaniyên bi kirê de nemînin.”
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hokara damezrandina Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de eşkere kir: “Cenabê Barzaniyê Nemir, bavê netewî û niştimanî yê me ye, wî jiyana xwe ji bo xizmeta gelê xwe û azadiya gelan terxan kir. Wek dilsoziyekê ji wî re, ji bo xizmeta malbatên şehîdan û xelkê hejar, piştî şêwirmendiya ligel Cenabê Serok Barzanî û bi fermana Serok Barzanî, ev dezgeh hate damezirandin.”
Herwiha destnîşan kir: “Em serbilind in dema dibînin ku ev dezgeh bûye cihê baweriya xelkê li navxweya Kurdistanê û parêzgehên Iraq û li ser asta navdewletî jî. Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Netewên Yekgirtî bi fermî hatiye naskirin û rêxistinên biyanî jî hevkariyê pê re dikin.”
Di berdewamiyê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya kampanyayên karta taybet, sermayedar û bazirganên Herêma Kurdistanê kir ku bi berdewamî piştevaniyên li Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dikin.
Di beşeke din a daxuyaniya xwe de Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn: “Cihê serbilindiyê ye ku îro li vir xizmeta hejmarek malbatên şehîdan dikin. Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di xizmeta malbatên şehîdan û xelkê hejar li Kurdistanê û derve jî berdewam e.”
Herî dawî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li wê yekê kir, tu armancên siyasî yên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî nînin, ew bêyî ku tu cudahiyekê bike, destê hevkariyê dirêjî kesên ziyandîtî û hejar dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin