Nêçîrvan Barzanî: Em dê hemû hewlên xwe bidin daku Enfal wek jenosîd bê naskirin
PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê di 32yemîn salvegera pêla Enfalê ya jenosîdkirina Kurdan de peyamek belav kir û tê de ragihand: “Em daxwaz dikin civaka navdewletî tawankariya Enfalê weke cenosîd nas bike, ji bo vê yekê jî em hemû hewlên xwe didin.”
Di rojeke weke îro de rejîma Beis a Iraqê operasyonên Enfalê yên ji bo jenosîdkirina welatiyên sivîl ên Kurd li Başûrê Kurdistanê da destpêkirin. Niha 32 sal di ser qonaxa yekem a Enfalê re derbas dibin ku di 23ê Sibata 1988an de dest pê kir û 8 qonaxên wê hatin encamdan, ku di encamê de zêdetir ji 182 hezar welatiyên sivîl, ji ciwan, zarok û jin û zilaman hatin komkujkirin û bi zindî hatin çalkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bi vê boneyê û ji bo bîranîna qurbaniyên wê komkujiyê peyamek weşand û daxaz kir ku tawana komkujiya Kurdan wekî jenosîd bê naskirin û awirekî ciddî li kesûkarên qurbaniyan bide û wan qerebû bike
Nêçîrvan Barzanî daxwaz kir ku tawana komkujiya Kurdan di Enfalê de wek cenosîd bê naskirin
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Bi rêz û hurmet ve wan hemû qurbaniyan bi bîr tînîn ku di wê tawankarî û jenosîdê de canê xwe ji dest dan û serê rêz û hûrmetê jî li ber giyanê pakê wan û tevahiya şehîdên Kurdistanê ditewînîn, silav û rêz jî ji bo malbat û kesukarên wan ê serbilind be.”
Nêçîrvan Barzanî, Enfalê weke yek ji tawanên herî hovane û tirsnak ên dîrokê bi nav dike û dibêje: “Divê hemû hewlên me bo wê yekê bin ku bi ti şêweyekê rê neyê dan, careke din ne gelê Kurdistanê û ne jî ti gel û milletekî din ên ser rûyê erdê rûbirûyî wê tawankarî û jenosîdê bibin.”
Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê dike, ku “divê dewleta Iraqê wek erkê xwe yê yasayî û exlaqî, awirekî ciddî li kesûkarên qurbaniyan bide û wan qerebû bike.”
Nêçîrvan Barzanî daxwaz dike, civaka navdewletî jî wek Dadgeha Federal a Iraqê, tawana komkujiya Kurdan di Enfalê de wek cenosîd nas bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin